Weke ku têzanîn, romannivîsê hêja Orhan Pamuk, di hevpeyvîneke xwe de gotibû ku ”Li Tirkiyê sîh hezar kurd û milyonek jî ermenî hatine kuştin…” Û li ser wê yeka han masmedya tirkan xwîn bi xwe ve dît û bi zarê pêxwasan kişiya ser Orhan Pamukê ku di bîr û baweriyên xwe ên pêşketî de xwedî prensîp e.Li gora me, Orhan tiştekî rast û baş gotiye, lê pir kêm gotiye! Çi kuştina ”sîh hezar kurdî”, çi qirkirina ”milyonek ermenî”, osmaniyên ku Belgradê kiribûn ”Darul Cîhad” û kemalîstên ku Kurdistanê jî heta salên 1950,1960î kiribûn ”Yabancilara yasak bolge” (Li biyaniyan herêma qedexekirî), gelek xelkên ku bûbûn çepil û zendên şaristaniyê ji qada tarîxê rakirin!Em wek endamên Komeleya Nivîskarên Kurdên li Swêdê vê êrîşbaziya masmedya tirkan a ku li himberî ronakbîrê hêja Orhan Pamuk pêk tê, protesto dikin.